Ziman û rêziman

Her ziman li gorî hinek rêzikan teşe digire. Ew rêzik di nava wî zimanî bi xwe de veşartî ne. Axêverên ku ew ziman bi awayekî suriştî wergirtine (native speaker), jixweber wan rêzikan tevî gencîneya peyvan a zimanê xwe werdigirin û li gorî wan rêzikan dipeyivin. Ew kes bi awayekî teorîk nikaribin wan rêzikan rave û şîrove bikin jî, dema ku zimanê xwe bi kar tînin wan bi awayekî rast bi kar tînin.

Li gorî Celadet Bedirxan rêziman bi gotina wî gramêr tevayiya qeydeyen rastaxaftin ûrastnivîsandina zimên e.” Birayê wî Kamran Bedirxan wekî têgih peyva “rêzan” bi kar aniye û wiha rave kiriye: “Rêzana zmanekî rêzikên ango qeydeyên rastaxaftin, rastxwendin û rastnivîsandina zmanekî dide zanîn.” Reşîd kurd gotiye, “Rêzman, zanîna peyv û nivîsandinê ye. Ziman li ser hin awa û rêzanan ava ye, rêya van rêzanan, rêzman pêş me dike. Lewra, jê re, rêzana peyv û nivîsandina durust jî tê gotin.”

Îcar em li vê derê pirsekê bikin; gelo ev rêzan û rêzik di zimanekî de bi awayekî yekrû û yekgirtî peyda dibin? Helbet ew rêzik di zimanekî de bi awayekî yekgirtî peyda nabin. Ev rêzik jî wekî teşe û dirûvê peyvan, di hin herêman de ji herêmên din cuda dibin. Hin caran ji bo heman peywirê çend rêzikan cuda xwe nîşan didin. Ev cudatî jî bi xwe re hinek alozî û tevliheviyan tîne. Bo nimûne di zaravayê kurmancî de forma nîv-ergatîf û forma cot-tewangî du formên bingehîn in ku di kurmanciyê şikestineke bingehîn pêk tînin û dubendiyê çêdikin. Hinek kurmanc dibêjin, “Te ez dîtim/ Min tu dîtî.” Hinek jî dibêjin, “Te min dît./ Min te dît.” Hinek dibêjin, “Min sê pirtûk xwendin.” Hinek jî dibêjin, “Min sê pirtûkan xwend.”

Li vir ez dixwazim bala xwîneran bikêşim ser dubendiyeke din, ew jî kêşana lêkeran li gorî cînavka duyem û sêyem a yekjimar e. Li nav kurmancên torî gireya kesandinê ya kesa sêyem a yekjimar /-î/ ye. Kurdên vê herêmê dibêjin, “Ew diçî/ ew dikî…..” Di vî warî de em dikarin di berhemên hozanê navdar Cîgerxwînî de gelek mînakan bibînin.

Nakevî dest me: ne razan, ne rev ( Nakeve dest me: ne razan, ne rev)

Çiqas bimênî ev cihan bêdeng (Çiqas bimîne ev cîhan bêdeng)

….

Kesek nemênî wek min dilbirîn (Kesek nemîne wek min dilbirîn)

Ev mînak me ji helbesta bi navê “ Li Rojhilat” wergirtin ku di nav dîwana Şefaq de cih digire. Di van nîvmalikan de paşgira kesandinê ya kesa sêyem wekî /-î/ hatiye bikaranîn, lê di kurmanciya nivîskî de ew paşgir “/-e/ ye. Li pişt wê /-e/yê /-t/ heye. Ev deng di hinek devokan de hatiye parastin, her wiha ev paşgir bi çend rengên wekî /-et/, /-it/, /-ît/, /-êt/ derdikeve pêşberî mirov.

Li nav Omeriyan îcar kesa duyem a yekjimar bi paşgira /-e/ tê kesandin. Her wekî “tu diçe, tu dike…” Ez dixwazim nimûneyên vê formê jî ji pirtûka bi navê “Destanên Gelêrî yên Kurdan” bidim. Pirtûka navborî ji hêla Alî Firat Demîr û Cemîl Îvrendî ve hatiye amadekirin û ji hêla Komeleya Med-Derê ve hatiye çapkirin.

Lê ez ji te re dibêjim, ji dû min vegere, tu bi min nagihêje tu mirazî.

Tu ji destên min xelas nabe. Tu biçe ku derê ez ê werim…

Ev çend formên cuda û gelek formên mayî nîşan didin ku di tu zimanî de rêzikên rêzimanî yên yekrû û yekgirtî nîn in, ji bo zimanekî yekgirtî ne tenê di dirûv û teşeya peyvan de divê di rêzikan de jî yekgirtinek pêk were. Jixwe di gelek zimanan de bi xebatên zanistî yên saziyên neteweyî ev yek pêk hatiye. Kurd jî di vî warî de ji mêj ve xebatan dikin. Kurdiya nivîskî ya ku di nav gel de wekî “zimanê akademîk” tê binavkirin bi vî rengî derketiye holê. Lê ji bo zimanekî yekgirtî yê têkûz pêdivî bi desthilatiyeke neteweyî û saziyên akademîk vên desthilatiyê heye.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir